5 kolber li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin

Herî kêm pênc kolberên Kurd yên bi navên Hîwa Rehîmpenah yê xelkê Seqizê, Kemal He

11 March 2024 20:00

Hengaw; Duşemî 11ê Adara 2024an

Herî kêm pênc kolberên Kurd yên bi navên Hîwa Rehîmpenah yê xelkê Seqizê, Kemal Hebîbî, xelkê Sine, Umîd Muradî yê xelkê Merîwanê, Hadî û Mihemed li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 10ê Adara 2024an, Kemal Hebîbî yê xelkê gundê "Heşemêz" yê girêdayî bajarê Sinê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yê Komara Îslamî ya Îranê li sînorê Newsûdê, ji aliyê lingê xwe yê çepê ve hate birîndarkirin û ji bo tedawiya pizîşkî bo dermanxaneya bajarê Newsûdê hate veguhastin.

Hevdem kolberekî din ê xelkê Merîwanê yê bi navê Umîd Muradî bi lêdana keviran ji aliyê hêzên leşkerî ve bi dijwarî hate birîndarkirin û ji bo tedawiya pizîşkî bo nevendên dermanî yên bajarê Newsûdê hate veguhastin.

Sibêdeha îro Duşemî 11ê Adara 2024an, du kolberên Kurd ên bi navên Hadî yê temen 31 salî û Mihemed li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine birîndarkirin.

Herwiha roja Înê 8ê Adara 2024an, Hîwa Rehîmpenah ê xelkê Seqizê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî li sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê hatibû birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev kolberê hanê piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên hikûmetî ve rastî lêdan û kutanê hatibû û paşê ji mewdaya nêzîk ve bibû armanca gulleyên van hêzan û ji aliyê lingê xwe ve hatibû birîndarkirin û ji bo tedawiya pizîşkî bo nevendên dermanî hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin