Li Urmiyê jiyek ciwan ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hate kuştin

Jineke ciwan a xelka bajarê Urmiyê ya bi navê Zîba Seyadî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li yek ji fêrgehên vî bajarî bi çekê hate kuştin.

11 March 2024 20:17

Hengaw; Duşemî 11ê Adara 2024an

Jineke ciwan a xelka bajarê Urmiyê ya bi navê Zîba Seyadî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li yek ji fêrgehên vî bajarî bi çekê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 10ê Adara 2024an, jineke ciwan a bi navê Zîba Seyadî ya temen 27 salî li Urmiyê hate kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev jina ciwan a 27 salî, 10 roj beriya niha bi sedam nakokiyên digel hevjînê xwe ku pismamê wê jî bûye, cuda bibû.

Vê çavkaniyê îşare bi wê yekê jî kiriye ku, Zîba Seyadî di nava fêrgehekê de ku ji nû ve tê de navnivîsî kiribû, li şeqama Emar a bajarê Urmiyê, li ber çavê fêrxwazên vê fêrgehê, bi gulleyan hate kuştin.

Hengaw agehdar bûye ku, hevjînê berê yê wê jina qurbanî yê bi navê Celal Seyadî, piştî encamdana vê tawanê cihê bûyerê bi cih hêlaye û niha reviya ye.


Di vî warî de zêde bixwînin