Bane; Birîndarbûna du kolberan ku yek ji wan zarok e

Arman Husênî û Şahîn Mihemedî yê nûciwanê kolber û xelkê Seqizê li ser sînorê bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine birîndarkirin.

12 March 2024 21:17

Hengaw; Sêşemî 12ê Adara 2024an

Arman Husênî û Şahîn Mihemedî yê nûciwanê kolber û xelkê Seqizê li ser sînorê bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 9ê Adara 2024an, Arman Husênî yê temen 26 salî û Şahîn Mihemedî yê 17 salî û xelkê Seqizê li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, di encama gullereşandina hêzên hikûmetî de her du kolber ji aliyê pê û navtenga xwe ve hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin