Bokan; Zaniyar Fetahî bi 18 meh girtîgehê hate sizadan

Zaniyar Fetahî ê welatiyê xelkê Bokanê ku Payîza îsal hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komar

12 March 2024 21:29

Hengaw; Sêşemî 12ê Adara 2024an

Zaniyar Fetahî ê welatiyê xelkê Bokanê ku Payîza îsal hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 18 meh girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Zaniyar Fetahî ê ciwanê 24 salî yê Kurd û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Duyem a Bokanê ve, 18 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Navbirî beriya niha ji aliyê saziyên ewlehî ve bi "propagende li dijî hikûmetê, handana xelkê bi mebesta têkdana ewlehiyê" hatibû tohmetbarkirin.

Zaniyar Fetahî roja 16ê Mijdara 2023an, li Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî derbaskirina 40 roj girtîgehê, bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonxên Dadgehê hatibû berdan.

Hêjayî baskirinê ye ku ev welatiyê han beriya niha jî, ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve hatibû dadgehîkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin