Pênc kolber li ser sînorên Hengejale û Tete yê Hewramanê hatine birîndarkirin

Pênc kolberên bi navên Mensûr Ezîzî, Zaniyar Îsmayîlpûr, Seîd Enwer Haşimî, Reşîd Lutfî û Enwer Qedemî ji aliyê h

13 March 2024 22:28

 

Hengaw; Çarşemî 13ê Adara 2024an

Pênc kolberên bi navên Mensûr Ezîzî, Zaniyar Îsmayîlpûr, Seîd Enwer Haşimî, Reşîd Lutfî û Enwer Qedemî ji aliyê hêzên pasevanên sînorî yên Îraqê û hêzên sînorî yên Îranê ve hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 12ê Adara 2024an, Mensûr Ezîzî, kolberê xelkê Hewramanê, ji ber kevtin ji bilindahiya sînorê Tete yê Hewramanê ve bi giranî hate birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev kolberê han ji ber giraniya birînên xwe bi hawarhatina hewayî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Sinê hate veguhastin.

Ji aliyek dinê ve jî, êvareya roja Duşemî 11ê Adarê, Zaniyar Îsmayîlpûr yê 30 salî û xelkê Serdeştê, li ser sînorê Hengejale yê ser bi Banê ji aliyê hêzên pasevanên sînorî yên Iraqê ve hate girtin û rastî lêdan û kutanê hat û ji aliyê destê xwe yê rastê ve hate birîndarkirin.

Herwiha di heman rojê de (11ê Adarê) hêzên leşkerî yên Komara Îslamî li ser sînorê Hengejale yê girêdayî Banê komek kolber dane ber bi gulleyan û di encamê de sê kolber bi navên Seîd Enwer Haşimî yê 40 salî, Reşîd Lutfî û Enwer Qedemî yê 42 salî yên xelkê navçeya Zêwiye ya girêdayî bajarê Seqizê hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin