Dîwandere; Du nûciwên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Du nûciwanên Kurd ên bi navên Karo Hemîdî û Mîdiya Şêxî her du temen 17 salî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara

13 March 2024 22:32

Hengaw; Çarşemî 13ê Adara 2024an

Du nûciwanên Kurd ên bi navên Karo Hemîdî û Mîdiya Şêxî her du temen 17 salî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 12ê Adara 2024an, Karo Hemîdî û Mîdiya Şêxî, her du temen 17 salî û xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ew du nûciwanên han ji nêzîk parka Gulan a Dîwanderê bi awayekî hovane binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên serast  derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wan du nûciwanan hatinî sepandin û cihê ragirtina van li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin