Cinayeteke din a Komara Îslamî ya Îranê li hember kolberan; Hêzên hikûmetê piştî kuştina kolberekî termê wî di bin berfê de veşartine

Hêzên leşkerî yên hikûmetê yên cihgir li ser sînorê "Petkê" yê ser bi Pîranşarê, piştî ku

13 March 2024 22:43

Hengaw; Çarşemî 13ê Adara 2024an

Hêzên leşkerî yên hikûmetê yên cihgir li ser sînorê "Petkê" yê ser bi Pîranşarê, piştî kuştina kolberekî bi teqeya rasterast, termê wî qurbaniyê di bin berfê de veşartine û cihê bûyerê bi cih hêlane. Navê vî kolberî bi Mihemed Gence hatiye eşkerekirin û xelkê Pîranşarê ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 13ê Adara 2024an, termê Mihemed Gence, kolberê xelkê Pîranşarê piştî 48 demjimêr lêgerînê di bin berfê de li sînorî Petkê yê ser bi Pîranşarê hate dîtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, termê vî kolberî di halekê de hatiye dîtin ku gulleyek bi sermilê vî yê rastê ketibû.

Mihemed Gence ku xîzandar û bavê du zarokan e, ji roja Duşemî 11ê Adarê ve, piştî ku bo kolberiyê çûbû bo sînorê Petkê, wunda bibû û piştî derbasbûna du rojan termê wî hate dîtin.


Di vî warî de zêde bixwînin