Kuştina Nigar Kerîmiyan ya ciwana 21 salî ya Loristanê ji aliyê hêzên hikûmetê ve

Nigar Kerîmiyan, ciwana 21 salî û xelka bajarê Birucin yê ser bi parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî

14 March 2024 12:06

Hengaw; pêmcşemî 14ê Adara 2024an

Nigar Kerîmiyan, ciwana 21 salî û xelka bajarê Birucin yê ser bi parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî û rûniştiya Îsfehanê bi gulleya rasterast a hêzên hikûmetî jiyana xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 9ê Adara 2024an, hêzên Întizanî li du rêya bajarê “Çemen Sultan” ê ser bi navçeya “Elîguderzî” ya parêzgeha Loristanê, rasterast maşînek dane ber gulleyan û kesek bi navê Nigar Kerîmiyan kuştin.

Li gorî gotina keseke nêzîkî malbata navbirî, malbata Kerîmiyan ku ji bo rêûresma bi axsipartina xalê xwe li gundê “Ferseş” yê ser bi Elîguderzî ber bi Îsfehanê ve diçûn, di rê de bi bê agehdarkirinê rastî gullereşandina hêzên Întizamî hatine û Nigar Kerîmiyan û bavê xwe birîndar bûne.

Heman çavkaniyê di berdewamiyê de diyarî kiriye ku, Nigar Kerîmiyan ku bi dijwarî hatibû birîndarkirin ji bo nexwaşxaneya “Îmam Sadiqî” ya Elîguderzî hatiye veguhastin, lê navbirî piştî çend demjimêran jiyana xwe ji dest daye.


Hengaw agehdar bûye ku hêzên Întizamî piştî kuştina Nigar Kerîmiyan ji malbata wê re gotine ku bi şaşî maşîna bavê Kerîmiyan dane ber gulleyan.

Hêjayî gotinê ye ku merasima bi axspartina Nigar Kerîmiyan roja Duşemî 11 Adarê di goristana Baxê Rizvan a Îsfehanê de bi rê ve çû.

Du meh beriya niha jî hêzên ewlehî li bajarê Birûcirdê yê ser bi Loristanê maşinek dabûne ber gulleyan û keçeke 20 salî ya bi navê Anahîta Emîrpûr kuştibûn.


Di vî warî de zêde bixwînin