Kotol; Serbazek bi teqeya çeka rêkxistinî li binkeya leşkerî hate kuştin

Îdrîs Elîzade yê temen 20 salî û xelkê navçeya Kotolê ya ser bi bajarê Xoyê, di dema derba

16 March 2024 13:42

Hengawê; Şemî 16ê Adara 2024an

Îdrîs Elîzade yê temen 20 salî û xelkê navçeya Kotolê ya ser bi bajarê Xoyê, di dema derbaskirina dewreya bi zorê ya serbaziyê de li nav binkeya leşkerî ya Komara Îslamî ya Îranê li vî bajarî bi çeka rêkxistinî hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 12ê Adara 2024an, Îdrîs Elîzade, serbazê Kurd ê xelkê gundê “Mîr Umer” ê ser bi navçeya Kotola Xoyê li binkeya leşkerî ya gundê Razî ya vê navçeyê hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Îdrîs Elîzade, piştî nîqaşeke devkî bi teqeya rasterast a yek ji hêzên leşkerî yên hikûmetê bi çeka rêxistinî hatiye kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin