Kirmaşan; Jinek tevî dayîk û birayê xwe ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

16 March 2024 20:51

Hengaw; Şemî 16ê Adara 2024an

Jina ciwan a bi navê Meriyem Rezimcû, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hate kuştin. Tawanbar hevdem digel kuştina hevjîna xwe ya berê, dayîk û birayê navbirî jî kuştiye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 14ê Adara 2024an, Meriyem Rezimcû, xwendekara sala yekem a radyo-ankolojî ya zanîngeha zanistên pizîşkî ya Kirmaşanê, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hate kuştin.

Tawanbar bi amadebûn li mala bavê hevjîna xwe ya berê, bi çekê hevjîna xwe ya berê û dayîk û birayê navbirî kuştiye.

Navbirî piştî encamdana tawanê, cihê bûyerê bi cih hêla û piştî çend demjimêran hate girtin.

Heya niha zanyariyek hûr derbarê armanca êrîşker li ber dest nîne û medyayên hikûmetê tenê îşare bi "nakokiyên berê" di vê derbarê de kirine.


Di vî warî de zêde bixwînin