Du kolber bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin

Du kolberên Kurd ên bi navên Mihemed (paşnavê wî nediyar e) û Nûrî Dereziyrk

17 March 2024 23:12

Hengaw; Yekşemî 17ê Adara 2024an

Du kolberên Kurd ên bi navên Mihemed (paşnavê wî nediyar e) û Nûrî Dereziyaret, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin. Kavan Rostemî jî bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 15ê Adara 2024an, Mihemed (paşnavê wî nediyar e) xelkê gundê “Sêwer” ê ser bi bajarê Merîwanê, bi gullereşandina rasterast a hêzên sînorî li ser sînorê Newsûdê yê girêdayî bajarê Pawê hate birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev kolberê han bi bê agahdarkirina berê ji aliyê van hêzane ve hatiye gullebarankirin û zêdetirî 15 gulleyên saçmeyî bi rûyê wî ketine.

Hevdem, koberekî din ê bi navê Kavan Rostemî yê 24 salî û xelkê Kamêranê, di dema kolberiyê de li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê, ji aliyê hêzên sînorî ve rastî lêdan û kutanê hat û bi giranî birîndar bû.

Herwisa roja Înê 1ê Adarê, kolberekî 45 salî yê bi navê Nûrî Dereziyaret ê xelkê gundê "Dereziyaret" ê ser bi navçeya Serşîva bajarê Seqizê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî li ser sînorê "Hengejale" ê ser bi Banê hate birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Nûrî Dereziyaret ji aliyê her du destên xwe ve bûye armanca gulleyên saçmeyî û ji ber ku gulle heta movikê çûne dê bê neştergerîkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin