Sileyman Ebdî, mamosteyê xelkê Seqizê hate girtin

Silêman Ebdî yê mamoste û endamê Encumena Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdisatanê ya

04 March 2024 11:52

Hengaw; Duşemî 4ê Adara 2024an

Silêman Ebdî yê mamoste û endamê Encumena Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdisatanê ya taya Seqizê ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê, hate binçavkirin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 3ê Adara 2024an, Silêman Ebdî yê mamoste û endamê Encumena Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdisatanê ya taya Seqizê ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê, hate binçavkirin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
 
Silêman Ebdî beriya niha di Hezîrana sala 2023an de ji aliyê Taya 105 a Dadgeha Tawanan a bajarê Seqizê bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa giştî bi rêya beşdarîkirin di kombûnên neyasayî de", bi 8 meh girtîgeh û 70 derbên qamçiyan hatibû sizadan. 

Hêjayî gotinê ye ku sizayê 8 meh girtîgehê bi 720 demjimêr dersgotin bo kesên ku di bin pêragihîştina “Komîteya Îmdad”ê de ne hatiye kêmkirin û herwiha lêdana 70 derbên qemçiyan jî bo du sal û şeş mehan hatiye ragirtin.

Ev çalakvanê sendîkayî roja 19ê Adara 2023an, di cîhê karê xwe de bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên Îtilaata bajarê Seqizê ve hatibû binçavkirin û ji bo girtîgeha Îtilaata bajarê Sinê hatibû veguhastin.

Navbirî 5ê Gulana 2023an ji bo girtîgeha navendî ya Seqizê hatibû veguhastin û piştî 23 roj girtîgehê bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin