Şino; 5 welatiyên Kurd bi girtîgehê hatine sizadan

Di çend rojên borî de zarokekî Kurd ê xelkê Şinoyê yê bi navê Hîwa Şerîfî û du

17 March 2024 23:14

Hengaw; Şemî 16ê Adara 2024an

Di çend rojên borî de zarokekî Kurd ê xelkê Şinoyê yê bi navê Hîwa Şerîfî û du endamên malbatên dadaxwaz bi navên Şivane Babekirî û Şefî`i  Babekirî digel du welatiyên din ên bi navê Şahîn Îbrahîmî û Salih Sexawet ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di çend rojên borî de, pênc welatiyên Kurd yên xelkê Şinoyê yên bi navên Hiwa Şerîfî yê temen 16 salî, Şivane Babekirî yê temen 39 salî, Şefî`i Babekirî yê 36 salî, Şahîn Îbrahîmî yê 28 salî û Salih Sexawet yê 37 salî ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şinoyê ve bi giştî bi 21 meh girtîgehê hatine sizadan.

Li gorî sizayê hanê Hiwa Şerîfî yê nûciwanê 16 salî bi sê meh girtîgehê, Şivane Babekirî û Şefî`i Babekirî yê endamê malbatên dadxwaz her yek bi 6 meh girtîgehê, Şahîn Îbrahîmî û Salih Sexawet jî her yek bi sê meh girtîgehê hatine sizadan. 

Welatiyên hanê di naverasta sala 2023an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û piştî mehekê bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibûne berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Şivane Babekirî û Şefî`i Babekirî yên kurê girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê Reşîd Mengur in ku di sala 1993an de li girtîgeha Urmiyê bi tohmeta endametî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de hatibû darvekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin