Şino; 7 welatî ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatine girtin ku di nav wan de zarokek û 2 kes ji malbatên dadxwaz hene

05 April 2024 22:21

Hengaw; Înê 5ê Nîsana 2024an

7 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên Hîwa Şerîfî yê 17 salî, Şiwane Babekrî, Şefî`i Babekrî, Şahîn Îbrahîmî, Salih Sixawet, Soran Bengînî û Şehram Îbrahîmî, ku meha Adarê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatibûne sizadan, ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Miovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 4ê Nîsana 2024an, 7 welatiyên xelkê Şinoyê ku di nav wan de nûciwanek yê bi navê Hîwa Şerîfî yê 17 salî, du endamên malbatên dadxwaz ên bi navên Şiwane Babekrî yê 39 salî û Şefî`i Babekrî yê 37 salî, Şahîn Îbrahîmî yê 28 salî, Salih Sixawet ê 37 salî, Soran Bengînî yê 20 salî û Şehram Îbrahîmî yê 21 salî, piştî ku ji bo Birêveberiya Sizayan a vî bajarî hatine gazîkirin, wir hatin girtin û ji bo derbaskirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha navendî ya Şinoyê hatine veguhastin.

Ev 7 welatiyane di meha Adarê de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şinoyê ve bi tohmeta “hevkarîkirin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re” hatibûn sizadan. Li gorî sizayê hatî dayîn Hîwa Şerîfî yê nûciwanê temen 16 salî bi 3 meh, Şiwane Babekrî û Şefî`i Babekrî du bira û ji endamên malbatên dadxwaz in her yek bi 6 meh girtîgehê û Salih Sexawet, Şahîn Îbrahîmî, Şehram Îbrahîmî û Soran Bengînî her yek ji wan bi 3 meh girtîgehê hatine sizadan.

Hîwa Şerîfî, Şiwane Babekrî, Şafî`i Babekrî, Şahîn Îbrahîmî, Salih Sexawet di Tîrmeha sala 2023an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Şinoyê hatibûne girtin û piştî mehekê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibûne berdan. Soran Bengînî û Şehram Îbrahîmî jî di destpêka meha Şibatê de hatibûn girtin û piştî midehekê bi barimteyê hatibûn berdan.

Hêjayî gotinê ye ku Şafî`i Babekrî û Şiwane Babekrî yên kurên Reşîd Babekrî yê naskirî bi “Reşîd Mengur” yek ji wan girtiyên siyasî yên Kurd e ku di sala 1993an de bi tohmeta endamtî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû bidarvekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin