Raporek ji girtina herî kêm 4 welatiyên Kurd li Şinoyê

Herî kêm 4 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên "Emîr Re

19 March 2024 14:48

Hengaw; Sêşemî 19ê Adara 2024an

Herî kêm 4 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên "Emîr Rehmanî, Fexredîn Ehmedî, Şehram Şahî û Rehîm Selamet" ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 18ê Adara 2024an, herî kêm çar welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên Emîr Rehmanî, Fexredîn Ehmedî yê 28 salî, Şehram Şahî û Rehîm Selamet, bi êrîşa şevê ya hêzên Îtilaatê bo ser malên wan hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke Hengawê, ev 4 welatiyane bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtîjî hatine girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî wan hatinî sepandin û herwiha çarenivîs û cihê ragirtina van çar welatiyên Kurd ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin