Du kolber li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin

Du kolberên xelkê bajarên Seqiz û Banê yên bi navên Mehdî Şerîfî û Silêyman E

22 March 2024 01:14

Hengaw; Înê 22ê Adara 2024an

Du kolberên xelkê bajarên Seqiz û Banê yên bi navên Mehdî Şerîfî û Silêyman Emînî di dema kolberiyê de li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 19ê Adara 2024an, li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi bajarê Banê, hêzên leşkerî komek kolber dane ber gulleyan û aliyê kêm du kolberên Kurd ên bi navên Mêhdî Şerîfî yê 23 salî û xelkê Seqizê û Silêyman Emînî yê 28 salî û xelkê Banê bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Ev du kolberên han ji bo dermankirinê bo navendên dermanî yên bajarê Banê hatine veguhastin û rewşa tendirustiya Silêyman Emînî bi xirabî hatiye ragihandin.

Hêjayî behskirinê ye ku Silêyman Emînî di 17ê Mijdara 2023an de jî li ser heman sînorê bi teqeya hêzên sînorî hatibû birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin