Yek ji amadekarên rêûresma Newrozê li bajarê Giyelanê hate girtin û çend hunermend û çalakvanên medenî jî hatine gazîkirin

Lutfulah Perwîz yek ji çalakvanên medenî yê bajarê Giyelanê

22 March 2024 01:24


Hengaw; Înê 22ê Adara 2024an

Lutfulah Perwîz yek ji çalakvanên medenî yê bajarê Giyelanê û yek ji amadekarên merasima Newrozê li vî bajarî, ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hate girtin û çendîn welatiyên din jî hatine gazîkirin û gef li wan hate xwarin. Lê tevî vê yekê çalakvanên medenî li ser lidarxistina rêûresmê rijd in.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 20ê Adara 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîşî ser mala Lutfulah Perwîz ji çalakvanên medenî yê bajarê Giyelanê kirin û navbirî binçav kirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ji bilî girtina vî çalakvanê medenî, dest danîne ser telefona wî û mala navbirî jî hatiye vekolînkirin.

Girtina vî çalakvanê medenî ku yek ji amadekarên rêûresma taybet a Newrozê li devera Navdara Giyelanê ye, ji bo pêşîgirtina ji vê rêûresmê bû ku biryar bû êvareya roja pêncşemî 21ê Adarê bê lidarxistin.

Hengaw agehdar bûye ku herî kêm 10 hunermend û çalakvanên medenî yên xelkê Giyelanê ku yek ji wan hunermend Selam Mehmûdî ye, ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine gazîkirin û gef li wan hatiye xwarin û beşek ji wan hatine neçarkirin ku li ser torên xwe yên civakî bibêjin ku ew rêûresme nayê lidarxistin.

Tevî hemû gefan, çalakvanên medenî yên Giyelanê daxwaz ji xelkê kirin ku bi cil û bergên Kurdî beşdarî li rêûresmê bikin.


Di vî warî de zêde bixwînin