Nexede; Mihemed Tahir Husênpûr, 13 sal girtîgeh bi ser de hate sepandin

Mihemed Tahir Husênpûr, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û xelkê Nexedê, ji

22 March 2024 13:57

Hengaw; Înê 22ê Adara 2024an

Mihemed Tahir Husênpûr, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û xelkê Nexedê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 13 sal girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Mihemed Tahir Husênpûr yê 31 salî û xelkê Nexedê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer Dûstî bi tohmeta “muharibe bi rêya endametî û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdistanî” bi 13 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Mihemed Tahir Husênpûr piştî 40 rojan di girtîgehên saziyên ewlehî de, di dawiyê de bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Ev girtiyê siyasî yê berê, roja Çarşemî 23ê Tebaxa 2023an, di mala xwe de li bajarê Nexedê hatibû girtin.

Beriya niha Mihemed Tahir Husênpûr di meha Îlona 2021an de, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li bajarê Nexedê hatibû girtin û bo Urmiyê hatibû veguhastin û di dawiya meha Îlona heman salê de bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû veguhastin.

Ev welatiyê Kurd di destpêka Cotmeha sala 2021an de, bi tohmeta hevkarîkirin digel partiyeke Kurdistanî ya opozîsyona hikûmetê û beşdarîkirin di xwenîşandanên Tebaxa heman salê de, hevwelatiyên Kurd li Nexedê ku piştî kuştina welatiyekî bi teqeya rasterast a hêzên ewlehî hatibûne ser şeqaman, 15 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.


Di vî warî de zêde bixwînin