Şino; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Sabir Îbrahîmî

Welatiyekî xelkê Şinoyê yê bi navê Sabir Îbrahîmî di heyama rojên borî de ji al

24 March 2024 13:24

Hengaw; Şemî 23ê Adara 2024an

Welatiyekî xelkê Şinoyê yê bi navê Sabir Îbrahîmî di heyama rojên borî de ji aliyê saziyên ewelehî ve hate girtin û çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Sabir Îbrahîmî yê welatiyê Kurd ê 24 salî û xelkê Şinoyê roja Sêşemî 19ê Adara 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê li vî bajarî hatiye girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Sabir Îbrahîmî yê xelkê gundê Alkawê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û li cihê karê xwe hatiye binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin