Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî li ser sînorê Newsûdê hate kuştin

Kolberekî ciwan ê bi navê Peyman Ehmedî û xelkê Ciwanroyê, di dema ko

24 March 2024 13:32

Hengaw; Şemî 23ê Adara 2024an

Kolberekî ciwan ê bi navê Peyman Ehmedî û xelkê Ciwanroyê, di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 23ê Adara 2024an, hêzên leşkerî yên hikûmtê yên cihgir li ser sînorê Newsûdê komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de kolberekî Kurd ê bi navê Peyman Ehmedî yê temen 35 salî û xelkê gundê "Kakereş" ê ser bi Ciwanroyê hate kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, termê vî kolberî bo yek ji navendên dermanî yên li bajarê Newsûdê hatiye veguhastin û heta vê demê termê vî kolberê radestî malabta navbirî nehatiye kirin.

Peyman Ehmedî, yekemîn kolber e ku ji aliyê hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve di sala nû ya Rojî de hate kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin