Kedkarek li bajarê Pîranşarê di hewleke xwekuştinê de canê xwe ji dest da; Bajervanî berpirsiyarê sereke ye

Bapîr Xalidî, kedkerê xelkê bajarê Pîranşarê, piştî hilweş

25 March 2024 00:50

Hengaw; Duşemî 25ê Adara 2024an

Bapîr Xalidî, kedkerê xelkê bajarê Pîranşarê, piştî hilweşandina cihê ku lê karê pînekirina pêlavan dikir, dawî bi jiyana xwe anî. Berpirsên bajervaniya Pîranşarê bi sedema rêgirîkirin û astengîçêkirn bo karê vî kedkarî wek berpirsiyarê sereke yê xwekuştina navbirî tê hesibandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 23ê Adara 2024an, Bapîr Xalîdî, xelkê gundê “Kewper”ê û rûniştiyê bajarê Pîranşarê, piştî têkdana cihê karê wî ji aliyê hêzên bajervaniyê ve, di hewleke xwekuştinê de canê xwe ji dest da.

Ev kedkarê 38 salî ku bav û serperestê keça xwe bû, bi karê pînekirina pêlavan li şeqameke bajarê Pîranşarê debara jiyana xwe 
dikir.

Li gor zanyariyên Hengawê, di vê dawiyê de bajervaniya Pîranşarê bi navê “jinavbirina destbiserdagirtina rêyan” û bi hinceta “astengiya rê û banê” cihê karê vî kedkarî wêran kiribû.


Di vî warî de zêde bixwînin