Yek ji amadekarên rêûresma Newrozê li bajarê Bokanê hate girtin

Simko Nesrulahî yek ji amadekarên rêûresma Newrozê li gundê “Qazilyan”

25 March 2024 09:31


Hengaw; Duşemî 25ê Adara 2024an

Simko Nesrulahî yek ji amadekarên rêûresma Newrozê li gundê “Qazilyan” ê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê saziyên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 24ê Adara 2024an, Simko Nesrulahî yê temen 35 salî û xelkê gundê “Qazilyan” ê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiye yek ji amadekarên rêûresma Newrozê li vî gundî bûye û piştî binçavirinê bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq agehdarbûn ji çarenivîs û cihê ragirtina Simko Nesrulahî ku bavê du zarokan e, li ber dest nîne û lipeyketinên malbata navbirî di vî derbarê de bê encam bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin