Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Keywan Rehîmpûr ê ciwanê xelkê Dîwanderê

Ciwanekî Kurd ê 19 salî yê bi navê Keywan Rehîmpûr û xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî

04 March 2024 16:25

Hengaw; Duşemî 4ê Adara 2024an

Ciwanekî Kurd ê 19 salî yê bi navê Keywan Rehîmpûr û xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û qedera wî nediyar e. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 1ê Şibata 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê ciwanekî 19 salî yê bi navê Keywan Rehîmpûr li gundê "Kelkan" ê girêdayî Dîwanderê binçav kirin. 

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Keywan Rehîmpûr di mala xwe de û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî Keywan Rehîmpûr hatinî sepandin û herwisa cihê ragirtina wî, li ber dest nîne û lipeyketinên malbata wî di vê derbarê de bê encam bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin