Kerec; Du welatiyên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin û birîndarkirin

Sehend Karger, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Sehnê li bajarokê Wehdeta

26 March 2024 08:54

Hengaw; Sêşemî 26ê Adara 2024an

Sehend Karger, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Sehnê li bajarokê Wehdeta Kerecê bi teqeya rasterast a hêzên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin û yek ji xizmên wî jî yê bi navê Peyman, bi giranî hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 23ê Adara 2024an, dema ku hêzên polîsan li pey trombêlekê ketine û dane ber gulleyan, welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sehnê yê bi navê Sehend Karger ê temen 25 salî dimûdest hate kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, trombêla navbirî li ser bilwara binkeya polîsan a bajarokê Wehdeta Kerecê ji aliyê hêzên polîsan ve hatiye gullebarankirin û Sehend Karger ji aliyê serê xwe ve bûye armanca gulleyên wan hêzan.

Kesekî din jî ku di nav vê trombêlê de bûye yê bi navê Peyman ku xizmê Sehend Karger e, sê gulle ber vî ketine û bi dijwarî hatiye birîndarkirin û niha di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Hengaw agehdar bûye ku hêzên polîsan bi gumana hilgirtina madeyên hişber ev trombêle ku du welatî di nav de bûne gullebaran kirine.


Di vî warî de zêde bixwînin