Kirmaşan; Hêzên ewlehî du ciwanên Kurd di rêûresma Newrozê de dane ber guleyan

Hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê du ciwanên Kurd yên bi navên Arman

26 March 2024 18:03

Hengaw; Sêşemî 26ê Adara 2024an 

Hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê du ciwanên Kurd yên bi navên Arman Besîrî û Mihemed Ehmediyan bi bê sedem tenê li ber ku di rêûresma Newrozê de li nav parkê li ber muzîkê şahî kirine, dane ber gulleyan û bi dijwarî birîndar bûne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 21ê Adara 2024an, du ciwanên Kurd yên bi navên Araman Besîrî û Mihemed Ehmediyan li bajarê Kirmaşanê di dema dawet û şahiyê de li nav rêûresma Newrozê di çend metriyê de bi gulleyên rasterast ên hêzên ewlehî hatine birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, du ciwanên hanê destpêkê her yek bi gulleyekê hatine birîndarkirin, lê piştî ku bi birîndarî ketine ser erdê hêzên ewlehî ji nêz ve heşt gulleyên dinê li pêyê Arman Besîrî dane.

Herdu ciwan niha di nexweşxaneya Bêstûn a Kirmaşanê de hatine razandin û bin çavdêriya hêzên Îtilaatê de ne.

Îdareya Îtilaatê gef li malbatên van ciwanan xwariye ku eger birîndarbûna zarokên wan ji aliyê hêzên ewlehî ve bê medyayîkirin, dê bêne girtin û lêpirsîn ji wan bê kirin.
 


Di vî warî de zêde bixwînin