Tirkiye; Girtin û metirsiya dîportkirina jin û mêrekî penaberên siyasî yên Kurd bo Îranê

Jin û mêrekî penaberên siyasî yên Kurd ên bi navên Reşad Mihemedî û Ejîn Fehmî

26 March 2024 20:32

Hengaw; Sêşemî 26ê Adara 2024an

Jin û mêrekî penaberên siyasî yên Kurd ên bi navên Reşad Mihemedî û Ejîn Fehmîde Husênî ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyê ve hatin binçavkirin û metirsiya dîportkirin û radestkirina wan bo Îranê heye.

Pêka rapora ku gihaye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Reşad Mihemedî yê çalakvanê siyasî yê xelkê Kamêranê digel hevjîna xwe Ejîn Fehmîde Husênî ya xelka bajarê Sewlavayê di çend rojên borî de ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hatine girtin û bo kampeke nêzîkî bajarê Çenaqalê hatine veguhastin û ji wê demê ve ti zanyariyek derheq rewşa wan li ber dest nîne.

Ejîn Fehmîde Husênî, temen 30 salî û Reşad Mihemedî yê 34 salî di çend salên borî de li Herêma Kurdistanê mijûlê çalakiyên siyasî bûne û ji ber zextên berdewam ên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê neçar mane ku Herêma Kurdistanê bi cih bihêlin û ji bo wê ku bigihîjine welatekî ewle li Ewropayê hewl dane.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî nîşandana nigeraniya xwe ya derbarê egera radestkirina wan jin û mêrdên Kurd bo Îranê û egera îşkence û her sizayeke nemirovane ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, daxwazê ji hemû saziyên navneteweyî yên mafê mirovî û bi taybetî saziyan parastina mafên penaberan dike ku piştevaniya van du penaberan bikin.


Di vî warî de zêde bixwînin