Sînorê Newsûdê; Birîndarbûna herî kêm 8 kolberên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî

Di heyama rojên borî de herî kêm 8 kolberên Kurd ên xelkê bajarên Dalaho, Ciwan

28 March 2024 09:04

Hengaw; Pêncşamî 28ê Adara 2024an

Di heyama rojên borî de herî kêm 8 kolberên Kurd ên xelkê bajarên Dalaho, Ciwanro, Selasa Bawecanî û Pawe di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 26ê Adara 2024an, di encama gullereşandina hêzên leşkerî li sînorê Newsûdê li dijî hejmarek kolberan, herî kêm 5 kolber hatine birîndarkirin.

Nasnameya 5 kolberan ku xelkê Dalaho, Ciwanro, Selasa Bawecanî û Paweyê ne, Mihemed Mehmûdî, Mihemed Yûsifî, Îhsan Nezerî, Umîd Şemsî û Yasîn (ku paşnavê wî nediyar e)  ji bo Hengawê hatine eşkerekirin. Her 5 kolberên birîndar ji bo navendên dermanî yên bajarê Pawê hatine veguhastin ku rewşa yek ji birîndaran pir xirab e.

Ji aliyeke dinê ve sibêdeha roja Sêşemî 26ê Adarê, kolberek din ê bi navê Saman Rostemî yê xelkê Ciwanroyê û roja Duşemî 25ê Adarê jî, du kolberên din di encama gullereşandina hêzên sînorî li sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin ku heya niha nasnameya wan diyar nîne, lê vîdyoya birîndarbûna sê kolberên hanê di destê Hengawê de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin