Li Qesra Şîrînê di encama teqîna mînekê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Li encama teqîna mînên bicihmayî yên şerê 8 sale yê Îran û Iraqê li sînorê Qesra Şîrî

28 March 2024 14:59

Hengaw; Pêncşemî 28ê Adara 2024an

Li encama teqîna mînên bicihmayî yên şerê 8 sale yê Îran û Iraqê li sînorê Qesra Şîrîn ê parêzgeha Kirmaşanê, welatiyek ji zozançiyên navçeya Sencabî yê bi navê Ferşîd Xusrewî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 28ê Adara 2024an, yek ji zozançiyên navçeya Xan Leyla ya Qesra Şîrîn di dema çêrîna ajelên xwe de ji ber teqîna mînê her demûdest canê xwe ji dest da. Nasnameya vî welatiyê ji bo Hengawê bi Ferşîd Xusrewî hatiye eşkerekirin.

Murad Babaxanî yê Cihgirê Siyasî û Civakî yê Fermandarê Qesra Şîrîn jî tevî piştrastkirina vê nûçeyê û canjidestdana zozançiyekê, ti îşareyek bi nasnameya wî nekiriye.


Di vî warî de zêde bixwînin