Mêhran; Birîndarbûna du welatiyan bi sedema teqîna mînê

06 March 2024 14:05

Hengaw; Çarşemî 6ê Adara 2024an

Jin û mêrek li encama teqîna mînên bi cihmayî yên şerê Îran û Iraqê li ser sînorê Mêhranê yê ser bi parêzgeha Îlamê bi dijwarî birîndar bûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 5ê Adara 2024an, jin û mêrek li encama teqîna mînên bi cihmayî yên şerê Îran û Iraqê li ser sînorê Mêhranê bi dijwarî birîndar bûn.

Jin û mêrê hanê ku heya niha nasnameya wan nehatiye eşkerekirin, di derdora sînorî ya "Bereket"ê li bajarê Mêhranê birîndar bûne.

Ev du kes piştî birîndarbûnê ji bo navenda dermanî ya "Îmam Husên" a Mêhranê hatine veguhastin û ti zanyariyek derheq rewşa birînên wan berdest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin