Gîlan; 11 çalakvanên mafê jinan bi 60 sal girtîgehê hatine sizadan

Herî kêm 11 çalakvanên jin li parêzgeha Gîlanê yên bi navên Sara Ceh

28 March 2024 17:57


Hengaw; Pêncşemî 28ê Adara 2024an

Herî kêm 11 çalakvanên jin li parêzgeha Gîlanê yên bi navên Sara Cehanî, Yasemîn Heşderî, Şîva Şahsiyah, Nigîn Rizayî, Ferûx Semîniya, Zuhre Dadres, Metîn Yezdanî, Cilwê Cewahirî, Hûmen Tahirî û Azade Çavşîn ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Reştê ve bi giştî bi 60 sal û 6 meh girtîgehê hatine sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, gorî sizayê ku ji aliyê Taya Sê ya Dadgeha Şoreş a Reştê ve bi serokatiya dadwer Mehdî Rasixî hatiye danê, Yasemîn Heşderî ya xelka Bender Enzelî, Şîva Şahsiyah ya xelka Lahîcanê, Nigîn Rizayî ya xelka Fûmenê, Ferûx Semîniya, Sara Cehanî, Zuhre Dadres, Metîn Yezdanî, Azade Çavşîn yên xelkê Reştê bi tohmetên “hewldan li dijî ewlehiya netewî” bi 3 sal û 6 meh û yek roj û bi tohmeta “endamtî di yek ji girûpên neyasayî de” bi 2 sal û 7 meh û 16 roj ku bi giştî her yek bi 6 sal 1 meh û 17 roj girtîgehê hatine cezakirin û li gorî yasaya ser hevkirina sizayan, sizayê 3 sal û 6 meh û 1 roj dê were cîbicîkirin.

Herwiha Zuhre Dadres ya xelka Reşt bi tohmeta damezirandina girûpek neyasayî bi 6 sal û 1 roj û bi tohmeta hewldan li dijî ewlehiya netewî bi 3 sal û 6 meh û 1 roj girtîgeh û bi giştî 9 sal û 6 meh û 2 roj hatiye sizadan.

Cilwê Cewahirî û Hûmen Tahirî yên xelkê Reştê bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê, her yek bi salek girtîgehê hatine sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin