2 kolber ji ber kevtin ji bilindahiyan ve canê xwe ji dest dan û herî kêm 6 kolber jî hatine birîndarkirin

Soreş Şukrî yê xelkê Sewlavayê û Ebûbekir Maxozî yê xelkê bajarê Serdeştê

29 March 2024 20:11


Hengaw; 28ê Adara 2024an

Soreş Şukrî yê xelkê Sewlavayê û Ebûbekir Maxozî yê xelkê bajarê Serdeştê di dema kolberiyê de ji ber kevtin ji bilindahiyan ve canê xwe ji dest dan û herî kêm 6 kolberên din jî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hemgawê, roja Pêncşemî 28ê Adara 2024an, Kolberekî xelkê Serdeştê yê bi navê Ebûbekir Maxozî di dema kolberiyê de ji bilindahiyên sînorî yên vî bajarî ve ji ber kevtin ji çiya re jiyana xwe ji dest da.

Di heman demê de, kolberekî xelkê gundê "Almane" yê ser bi Sewlavayê jî yê bi navê Şoreş Şukrî di dema kolberiyê de ji bilindahiyên sînorê yê Sewlavayê ji ber kevtin ji çiya re jiyana xwe ji dest da. Du kolberên din jî ku xelkê bajarê Banê bûne bi giranî hatine birîndarkirin û bi hawarhatina hewayî bo navendên pizîşkî yên Sinê hatine veguhestin.

Ji aliyekê din ve, li ser sînorê Newsûdê herî kêm 4 kolber bi sedema kevtin ji bilindahiyan ve bi giranî hatine birîndarkirin û bi  hawarhatina hewayî bo navendên pizîşkî yên Kirmaşanê hatine veguhestin û rewşa tendirustiya yek ji wan bi xirabî hatiye ragihandin. 

Nasnamey 6 kolberên din ên ku hatine birîndarkirin ji aliyê Hengawê ve tê lêkolînkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin