Kamêran; Di encama teqîna mînê de welatiyekî Kurd pêyê xwe ji dest da

Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Kemêranê yê bi navê Hemdî Mehbûbiyan bi sedema teq

29 March 2024 20:28

Hengaw; Înê 29ê Adara 2024an

Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Kemêranê yê bi navê Hemdî Mehbûbiyan bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû û pêyê xwe ji dest da. Di heyama sê rojên borî de herî kêm 4 welatiyên Kurd di encama teqîna mînan de bûne qurbanî ku yek ji wan canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 28ê Adara 2024an, di encama teqîna mînê de welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Kemêranê yê bi navê Hemdî Mehbûbiyan yê temen 48 salî û fermanberê îdareya Mixabirata vî bajarî bi dijwarî birîndar bûye.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Hemdî Mehbûbiyan ku fermanberê îdareya Mixabirata Kamêranê ye di dema birêvebirina erkê kariyê xwe de, li "Milemirwarî" birîndar bûye.

Welatiyê hanê piştî teqîna mînê û jidestdana pêyê xwe ji bo nexweşxaneya Kewser a bajarê Sinê hatiye veguhastin û di bin çavdêriya pizişkan de ye.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama sê rojên borî de li sê bajarên Kurdistanê bi sedema teqîna mînê sê welatî birîndar û welatiyekî jî jiyana xwe ji dest daye.


Di vî warî de zêde bixwînin