Dîwandere; Umîd Qedîmî endamê malbatên dadxwaz bi 40 meh girtîgehê hate sizadan

30 March 2024 22:14

Hengaw; Şemî 30ê Adara 2024an

Umîd Qedîmî yê birayê Fuad Qedîmî  ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Dîwanderê,  ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi 40 meh girtîgehê hate sizadan. 

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Umîd Qedîmî yê temen 33 salî û endamê malbatên dadxwaz ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "endametî li hizba  Komelê" bi 32 meh girtîgehê û bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê jî bi 8 meh girtîgehê bi giştî 40 meh girtîgehê hatiye sizadan. 

Navbirî herwiha bi tohmeta têkdana raya giştî bi 8 milyon û 500 hezar Tumen cezayê nexdî hatiye sizadan.

Umîd Qedîmî roja Şemî 9ê Îlona sala borî li şeqemeke bajarê Dîwanderê û cîhê karê xwe hatibû girtin û roja Sêşemî 26ê Îlona heman salê bi danîna barimteya 2 milyar Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.

Fuad Qedîmî roja 19ê Îlona 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de li bajarê Dîwanderê bi gulleyên hêzên ewlehî hatibû birîndarkirin û roja 21ê Îlona heman salê li nexweşxaneya Sinê canê xwe ji dest da.


Di vî warî de zêde bixwînin