Bokan; Metîn Husênî yê ziyandîtiyê xwenîşandana 2019an li Îranê, bi girtîgehê hate sizadan

26 June 2024 10:31


Hengaw; Çarşemî 26ê Hezîrana 2024an

Metîn Husênî, welatiyê xelkê bajarê Bokanê û ziyandîtiyê xwenîşandanên 2019an, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 31 meh girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên biro de Metîn Husênî ê welatiyê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê Taya 101 Dadgeha vî bajarî ve bi 31 meh girtîgehê hate sizadan.

Metîn Husênî roja Pêncşemî 16ê Gulana 2024an, di kombûna dadgehê de bi sê tohmetên “xapandin an handana xelkê ji bo şer û kuştinê bi armanca têkbirina ewlehiya welat” û “propagendekirin li dijî hikûmtê” amade bibû.

Navbirî roja 23ê Çileya 2024an, li erîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî hatibû girtin.

Ev welatiyê Kurd ku ji aliyê çavê xwe ve birîndar bûye di dawiyê de roja Pêncşemî 3ê Şibata 2024an, bi danîna barimteya yek milyar Tumenî û bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku Metîn Husênî di dema xwenîşandanên sala 2019an de, bi teqeya hêzên ewlehî ji aliyê çavê xwe yê çepê ve hatibû birîndarkirin.

Navbirî mehek piştî wê yekê dema ku ji bo dermankirina çavê xwe di nexweşxaneyeke Tehranê de bû, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin