Sînorê Sewlava; Birîndarbûna 4 kolberan ji aliyê hêzên leşkerî ve

31 March 2024 23:30

Hengaw; Yekşemî 31ê Adara 2024an

Sîrwan Tak yê xelkê Sine, Saman (paşnavê wî nediyar e) yê xelkê Merîwanê û du kolberên din ên bi navên Emîr û Siyamek (paşnavên wan nediyar e) yên xelkê Banê li ser sînorê Tete yê bajarê Sewlavayê ji ber gullereşanda Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 30ê Adara 2024an, Sîrwan Tak yê xelkê gundê Qela Şêxanî yê ser bi bajarê Sine, Saman (paşnavê wî nediyar e) yê xelkê Merîwanê û du kolberên din ên bi navên Emîr û Siyamek (paşnavên wan nediyar e) yên xelkê Banê li ser sînorê Tete yê bajarê Sewlavayê ji ber gullereşanda Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku her 4 kolber ji ber dijwarbûna birînên xwe ji bo navendên dermanî hatine veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin