Raporek derheq birîndarbûna kolberekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî

18 October 2024 21:30

Hengaw; Înê 18ê Cotmeha 2024an

Kolberekî Kurd ê bi navê "Rizgar Hesenî" yê xelkê Seqizê di dema kolberiyê de li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi tundî hate birîndarkirin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 15ê Cotmeha 2024an, Rizgar Hesenî yê xelkê Seqizê, li encama gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî bo ser komek kolberan li sînorê Hengejale yê girêdayî bajarê Banê bi giranî hate birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo navendeke dermanî ya Seqizê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Rizgar Hesenî ji aliyê pişta xwe ve rastî gulleyan hatiye û demarên wî bi tundî ziyan dîtine. Navbirî ji bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya "Şefa" ya Seqizê hatiye veguhastin û di beşa ICU ya vê nexweşxaneyê de hatiye razandin.


Di vî warî de zêde bixwînin