Kuştin û birîndarbûna sê kasibkarên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê li Bokan û Pawê

04 October 2024 12:04

Hengaw; Înê 4ê Cotmeha 2024an

Kasibkarekî xelkê Bokanê yê bi navê Yûsif Deştî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin û li Paweyê jî du kasibkarên ku bav û kur in, ên bi navên Peyman Neqîzade û Arman Neqîzade bi teqeya hêzên Spaha Pasdaran bi dijwarî birîndar bûne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 3ê Cotmeha 2024an, hêzên Întizamî li ser rêya navbera Bokan bo Mehabadê di boseyekê de tirombêla kasibkarekî Kurd dane ber gulleyan û ajotvanê vê tirombêlê yê bi navê Yûsif Deştî hate kuştin.

Li gorî çavkaniyên Hengawê, Yûsif Deştî di trombêla xwe de kartonek tûtina nêrgeleyê hilgirtibû.

Ji aliyeke dinê ve û hevdem, hêzên Spaha Pasdaran li meydana Mewlewî ya Pawê tirombêla kasibkarekî dane ber gulleyan û di encamê de du kesên di tirombêlê de ji aliyê ling û nêkên xwe ve bi dijwarî hatine birîndarkirin û bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Nasnameya van du kasibkarên Kurd bi Peyman Neqîzade û kurê wî yê bi navê Arman Neqîzade ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin