Sînorê Banê; Birîndarbûna du kolberan ji aliyê hêzên leşkerî ve

Du kolber ku nasnameya yek ji wan bi navê Fexredîn Yûsifî ye di dema kolberiyê de li ser sînorê Banê bi te

06 March 2024 14:19

Hengaw; Çarşemî 6ê Adara 2024an

Du kolber ku nasnameya yek ji wan bi navê Fexredîn Yûsifî ye di dema kolberiyê de li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 4ê Adara 2024an, hêzên sînorî yên cihgir li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de du kolber hatine birîndarkirin.

Heya niha nasnameya yek ji kolberan bi navê Fexredîn Yûsifî ji aliyê Hengawê vê hatiye zanîn û Hengaw şopandinê dike da ku nasnameya kolberê dinê jî bizane.

Hengaw agehdar bûye ku du kolberên hanê ji aliyê pêyê xwe ve hatine birîndarkirin û her du kolber ji bo navenda dermanî ya Selahedîn Eyûbî hatine veguhastin, lê ji ber dijwarbûna birînên Fexredîn Yûsifî, navbirî ji bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmanşanê hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin