Du kolber li ser sînorê Banê hatine birîndarkirin

Du kolberên xelkê bajarên Seqiz û Banê yên bi navên Mehdî Enwerî û Reûf Qadirî di dema ko

06 March 2024 21:59

Hengaw; Çarşemî 6ê Adara 2024an

Du kolberên xelkê bajarên Seqiz û Banê yên bi navên Mehdî Enwerî û Reûf Qadirî di dema kolberiyê de li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 6ê Adara 2024an, kolberekî ciwan ê xelkê Seqizê yê bi navê Mehdî Enwerî yê 23 salî di dema kolberiyê de li sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî ji aliyê lingê xwe ve hate birîndarkirin.

Ji aliyek dinê ve, roja Yekşemî 3ê Adarê jî, kolberekî din ê bi navê Reûf Qadirî yê xelkê gundê "Kende Sore" her li ser vî sînorê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi dijwarî ji aliyê lingê xwe ve hate birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin