Seqiz; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Resûl Ferecî

Welatiyekî Kurd ê xelkê Seqizê yê bi navê Resûl Ferecî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê yên li vî bajarî hate girtin û qedera wî nediyar e.

07 March 2024 12:21

Hengaw; pêncşemî 7ê Adara 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê Seqizê yê bi navê Resûl Ferecî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê yên li vî bajarî hate girtin û qedera wî nediyar e. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 3ê Adara 2024an, Resûl Ferecî ê temen 50 salî û kedkarê avahiyan, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê li Seqizê hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Resûl Ferecî di mala xwe de li Seqizê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatiye girtin.

Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku, Resûl Ferecî ji ber fîlmhigirtin ji navendên dengdanê li bajarê Seqizê hatiye binçavkirin.

Hêjayî baskirinê ye ku Resûl Ferecî bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li Seqizê hatiye veguhatin û lipeyketinên malbata navbirî ji bo hevdîtina bi wî re, heya niha bê encam bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin