Di meha Adara 2024an de aliyê kêm 18 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin

01 April 2024 10:08

Hengaw; Yekşemî 31ê Adara 2024an

Di heyama meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 18 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Ev amare pêka meha borî ku 10 girtî hatibûne darvekirin 8 girtî beranberî 80 ji sedî zêde bûye.

Hengaw li ser wê baweriyê ye ku ji ber meha Remezanê leza birêvebirina sizayên îdaman kêm bûye, lê egera wê yekê heye ku piştî meha Remezanê dîsan leza cîbicîkirina sizayê darvekirinê zêde bibe.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama meha Adara 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina 18 girtiyan di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye. Hêjayî gotinê ye ku nasnameya 17 kes ji van girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin ku tenê nasnameya jinekê ya xelka bajarê Colfayê ku di girtîgeha Tewrêzê de hatibû darvekirin, diyar nebûye.

Li gorî vê raporê, di heyama meha Adarê de aliyê kêm sizayê darvekirina 5 girtiyên Tirk, 4 girtiyên Kurd û 3 girtiyên Belûç di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Herwisa aliyê kêm 3 hevwelatiyên Efxanistanê li girtîgehên Îranê hatibûne darvekirin.

Zêdetirîn girtî di girtîgehên parêzgeha Tewrêzê de hatine darvekirin ku di meha Adarê de 3 girtî hatine darvekirin. Di girtîgehên parêzgehên Îlam, Urmiye, Elborz, Fars, Îsfehan û Zencanê de her yek du girtî hatine darvekirin. Li girtîgehên parêzgehên Qezwîn, Gulistan û Belûçistan her yek ji wan darvekirina girtiyekê hatiye tomarkirin.

Bi giştî li 18 girtiyên ku di meha Adara 2024an de hatine darvekirin, tenê kesek ji wan beranberî 5.5 ji sedî ji gişt haletan di medyayên fermî yên Îranê û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin.

Cudakirin li gorî tohmetan

Piranya girtiyên ku di meha Adara 2024an de hatine darvekirin bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bi zanebûn bi darvekirinê hatibûn sizadan û girtiyek jî bi tohmeta siyasî û sîxurî ji bo Îsraîlê hatiye darvekirin.

Tohmetdar bi sîxurî ji bo Îsraîlê: 1 halet

Tohmetdar bi kuştina bi zanebûn: 10 halet

Tohmetdar bi madên hişber: 7 halet


Di vî warî de zêde bixwînin