Birêveçûna sizayê darvekirina aliyê kêm 241 girtiyan li girtîgehên Îranê di heyama meha Cotmeha 2025an de

02 November 2025 19:19

Hengew; Yekşemî 2ê Mijdara 2025an

Di heyama meha borî de, herî kêm 241 girtî li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê hatine darvekirin. Ev amar li gorî Cotmeha 2024an aliyê kêm 80 halet beranberî %49.5 zêde bûye. Di Cotmeha sala borî de 161 girtî hatibûne darvekirin. Ev amare zortirîn amara darvekirinan di heyama mehekê de li du dehikên vê dawiyê li Îranê ye.

Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di Cotmeha 2025an de herî kêm 241 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin. Hêjayî gotinê ye ku nasnameyên tevahiya wan 235 girtiyên darvekirî ji bo Hengawê hatine eşkerekirin û nasnameya 6 girtiyên din jî di halê vekolînê de ye.

Di vê mehê de, herî kêm sizayê darvekirina 8 girtiyên siyasî ji wan 6 girtiyên siyasî yên Ereb yên bi navên Elî Mucedem, Mihemedriza Muqedem, Muîn Xenferî, Hebîb Derîs, Ednan Xebîşawî, Salim Mûsewî, Saman Mihemedî Xiyare û Cewad Neîmî li girtîgehên cuda yên Îranê hate birêveçûn ku 7 kes ji wan bi tohmetên sîxurîkin bo Îsraîlê sizayê darvekirinê bi ser wan dehatibû sepandin.

Li gorî vê raporê, herî kêm heşt jin li girtîgenên Îsfehan (du halet), Zencan, Qum, Nehawend, Şîraz, Meşhed û Reşt hatine darvekirin. Zeyneb Xudabende ya xelka Îsfehanê, Nahîd Hêmetî ya xelka Nehawendê û Mehbûbe Celalî ya xelka Rûdserê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatine darvekirin. Herwiha pênc girtiyê din ên bi navên Roya Ebaszade ya xelka Zencanê, Kafye Qubazade ya xelka Îsfehanê, Seîde Xudadadî ya xelka Îsfehanê, Nêrgis Ehmedî ya xelka Qumê û Ketayûn Şemsî ya xelka Meşhedê bi tohmeta kuştina bi qest hatine darvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji 241 girtiyên ku di meha Cotmehê de hatine darvekirin, tenê 10 halet beranberî %4 ji gelampera haletan di medyayên fermî yên Îranî û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwiha sizayê darvekirina 13 girtiyan bi nihênî û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê dawî hevdîtin bi malbatên xwe re hatiye cîbicîkirin.

Cudakirin li gorî kêmneteweyên netewî û etnîkî

Li gorî vê raporê di meha Cotmehê de herî kêm 37 girtiyên Kurd li girtîgehên Îranê hatine darvekirin beranberî %15.5 ji gelampera haletan. Herwiha 27 girtiyên Lor beranerî (%11 ji gelanpera haletan), 17 girtiyên Tirk û 16 girtiyên Gîlek jî hatine darvekirin.

Girtiyên Kurd: 37 haler

Girtiyên Lor: 27 halet

Girtiyên Tirk: 17 halet

Girtiyên Gîlek: 16 halet

Girtiyên Ereb: 13 halet

Girtiyên Belûç: 11 halet

Gieriyên Tirkmen: 2 halet

Girtiyên Efxanistanî: 11 halet

Girtiyên Fars: 70 halet

Nasnameya netewên ku ji bo Hengawê nehatine eşkerekirin: 37 halet

Cudakirina girtiyên hatinî darvekirin li gorî tohmetan

Di meha Cotmehê de, zêdetirîn haletên darvekirinan bi tohmeta kuştina bi qest bûye ku 124 halet beranberî 51.5% ji gelanbera haletan. Herwiha 104 kes jî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatine darvekirin.

Çalakvanên siyasî: 8 halet

Madên hişber: 104 halet

Kuştina bi qest: 124 halet

Dizîkirina bi çekê: 3 halet

Destdirêjiya sexî: 2 halet

Cudakirina darvekirinan li girtîgehan li gorî parêzgehan

Li gorî amarên Hengawê, di heyama meha borî de zêdetirîn bêreveçûna sizayên darvekirinê li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine tomarkirin ku 31 haletin. Bi giştî li 27 parêzgehan sizayê darvekirinê hatine cîbicîkirin û piştî parêzgeha Elborz zêdetirîn amarên darvekirinê li parêzgehên Îsfehanê bi 21 haletan û Fars bi 20 haletan hatine tomarkirin.

Parêzgeha Elborz: 31 halet

Parêzgeha Îsfehan: 21 halet

Parêzgeha Fars: 20 halet

Parêzgeha Kirmaşan: 17 halet

Parêzgehên Xurasan Rezewî û Xûzistan: Her yek 14 halet

Parêzgeha Gîlan: 13 halet

Parêzgeha Loristan: 12 halet

Parêzgeha Qum: 10 halet

Parêzgeha Hemedenê 9 halet

Parêzgehên Kirman û Zencan: Her yek 8 halet

Parêzgehên Simnan û Xurasana Bakur:  Her yek 7 halet

Parêzgehên Merkezî, Kohgîlûye û Buyerehmed û Gulistan: Her yek 6 halet

Parêzgehên Mazenderan, Qezwîn û Xurasana Başûr:  Her yek 5 halet

Parêzgehên Yezd û Tewrêz: Her yek 4 halet

Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 3 halet

Parêzgehên Îlam û Hurmuzganê: Her yek 2 halet

Parêzgehên Sine, Çarmehal û Bextiyarî: Her yek 1 halet

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin