Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 122 girtî li girtîgehên Îranê li meha Nîsana 2025an

02 May 2025 20:59

Hengaw; Înê 2ê Gulana 2025an

Di heyama meha Nîsana 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 122 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev amare pêka meha Nîsana 2024an, herî kêm 45 halet beranberî ji %59 zêde kiriye. Di meha Nîsana 2024an de sizayê darvekirina 77 girtiyan hatibû birêveçûn.

Pêka amar û belgeyên ku di Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Nîsana 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 122 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 118 kes ji van girtiyane ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 4 girtiyên dinê di halê lêkolînê de ye.

Di vê mehê de, herî kêm pênc çalakvanên olî yên bi navên Ebdulrehman Gorgîç, Ebdulhekîm Ezîm Gorgîç û Tac Mihemed Xurmalî ji Aq Qelayê, Ferhad Şakerî ji Gonbed Kawûsê û Malik Elî Fedeyî û herwisa sê girtiyên siyasî yên bi navên Hemîd Husênnijad Heyderanlû ji Çaldiranê, Rostem Zeynedînî ji Laşarê, û Muhsên Lengernişîn ji Newşehrê hatine darvekirin.

Pêka vê raporê, herî kêm 4 jin li girtîgehên Meşhed û Îsfehanê (her yek 2 halet) hatine darvekirin ku sê kes ji wan bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber û jinek jî bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan. Di meha Nîsanê de birêveçûna sizayê darvekirina zarokên bin 18 saliyê nehatiye tomarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 122 girtiyên ku di meha Nîsana 2025an de hatine darvekirin, tenê 3 halet di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 7 girtiyan bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re hatiye birêveçûn.

Cudakirina darvekirinan pêka kêmîneyên netewî û etnîkî

Di meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 32 girtiyên Belûç li girtîgehên Îranê hatiye birêveçûn ku beranberî ji %26 ji tevahiya haletan e. Herwisa 15 girtiyên Lor, 14 girtiyên Kurd û 11 girtiyên Tirkên Azerî hatine darvekirin.

Girtiyên Belûç: 32 halet

Girtiyên Fars: 23 halet

Girtiyên Lor: 15 halet

Girtiyên Kurd: 14 halet

Girtiyên Tirkên Azerî: 11 halet

Girtiyên Gîlek û Mazenî: 5 halet

Girtiyên Tirkemen: 3 halet

Girtiyên Ereb: 3 halet

Girtiyên Efxanî: 6 halet

Nexuya: 10 halet

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha Nîsanê de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bûne ku 58 halet beranberî 47.5 ji sedî ji tevahiya haletan in.

Madên hişber: 58 halet

Kuştina bi qest: 47 halet

Çalakvanên olî: 5 halet

Çalakvanên siyasî: 3 halet

Destdirêjiya bi zorê ya seksî: 1 halet

Destdirêjiya bi zorê ya seksî li ser mêr: 1 halet

Diziya çekdarî: 1 halet

Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha Nîsana 2025an de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî hatine darvekirin ku 21 halet in. Bi giştî di 23 parêzgehan de sizayê darvekirinê hatiye birêveçûn ku piştî parêzgeha Xurasana Rezewî zêdetirîn amara darvekirinan li girtîgehên parêzgeha Elborzê bi 20 haletan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 21 halet

Parêzgeha Elborz: 20 halet

Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 13 halet

Parêzgeha Xûzistan: 8 halet

Parêzgeha Îsfehan: 8 halet

Parêzgehên Fars, Qum û Tewrêz: Her yek 5 halet

Parêzgehên Loristan û Merkezî: Her yek 4 halet

Parêzgehên Kirmaşan, Hormozgan, Yezd, Gulistan û Qezwîn: Her yek 3 halet

Parêzgehên Kehgîlûye û Bûyerehmde, Kirman, Zencan, Simnan, Bûşehr û Urmiye: Her yek 2 halet

Parêzgeha Gîlan: 1 halet

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin