Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 99 girtî li girtîgehên Îranê li meha Hezîrana 2025an

Hengaw; Pêncşemî 3ê Tîrmeha 2025an
Di heyama meha Hezîrana 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 99 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev amare pêka meha Hezîrana 2024an, herî kêm 88 halet beranberî ji %800 zêde kiriye. Di meha Hezîrana 2024an de sizayê darvekirina 11 girtiyan hatibû birêveçûn.
Pêka amar û belgeyên ku di Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Hezîrana 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 99 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 88 kes ji van girtiyane ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 11 girtiyên dinê ber dest nîne.
Di vê mehê de, herî kêm 11 girtiyên siyasî û olî hatine darvekirin, Mucahid Kûrkûr ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî, Mecîd Museyib, Mihemedemîn Mehdî Şayiste, Îsmayîl Fikrî, Îdrîs Alî, Azad Şucaî û Resûl Ehmed Resûl bi tohmeta “sîxurî bo Îsraîl”ê û Hefîze Belûçzehî û 8 mêrên dinê ku nasnameya wan ber dest nîne bo tohmeta hevkarî û endametî li girûpên tundajo yên Îslamî hatine darvekirin.
Pêka vê raporê, herî kêm du jin li girtîgehên Qezwîn û Qizilhesara Kerecê ku yek ji wan bi tohmeta endama girûpên olî û yek dinê jî bi tohmeta kuştna bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 99 girtiyên ku di meha Hezîrana 2025an de hatine darvekirin, tenê 19 halet di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 17 girtiyan bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re hatiye birêveçûn.
Cudakirina darvekirinan pêka kêmîneyên netewî û etnîkî
Di meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 12 girtiyên Tirkên Azerî li girtîgehên Îranê hatiye birêveçûn ku beranberî ji %12 ji tevahiya haletan e. Herwisa 11 girtiyên Lor, 11 girtiyên Kurd û 9 girtiyên Kurd hatine darvekirin.
Girtiyên Fars: 24 halet
Girtiyên Tirkên Azerî: 12 halet
Girtiyên Lor: 11 halet
Girtiyên Kurd: 11 halet
Girtiyên Belûç: 9 halet
Girtiyên Gîlek: 2 halet
Girtiyên Efxanî: 10 halet
Nasnameya etnîkî ya kesên nehatî teîdkirin: 20 halet
Cudakirin li gorî tohmetan
Di meha Hezîranê de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi madên hişber bûne ku 45 halet beranberî 45.5 ji sedî ji tevahiya haletan in.
Çalakvanên siyasî: 7 halet
Çalakvanên olî : 80 halet
Madên hişber: 45 halet
Kuştina bi qest: 33 halet
Destdirêjiya bi zorê ya seksî: 3 halet
Diziya çekdarî: 2 halet
Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha Hezîrana 2025an de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine darvekirin ku 29 halet in. Bi giştî di 19 parêzgehan de sizayê darvekirinê hatiye birêveçûn ku piştî parêzgeha Elborzê zêdetirîn amara darvekirinan li girtîgehên parêzgeha Fars, Xurasana Rezewî û Îsfehanê her yek bi 8 haletan hatiye tomarkirin.
Parêzgeha Elborz: 29 halet
Parêzgehên Fars, Xurasana Rezewî û Îsfehan: Her yek 8 halet
Parêzgeha Tewrêz: 6 halet
Parêzgeha Qum: 5 halet
Parêzgehên Hemedan, Sîstan û Belûçistan û Urmiye: Her yek 4 halet
Parêzgehên Kehgîlûye û Bûyerehmed, Kirman û Xurasana Başûr: Her yek 3 halet
Parêzgehên Loristan, Xûzistan, Zencan, Simnan û Erdebîl: Her yek 2 halet
Parêzgeha Xurasana Bakur: 1 halet