Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 163 girtî li girtîgehên Îranê li meha Gulana 2025an

Hengaw; Duşemî 2ê Hezîrana 2025an
Di heyama meha Gulana 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 163 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev amare pêka meha Gulana 2024an, herî kêm 96 halet beranberî ji %143 zêde kiriye. Di meha Gulana 2024an de sizayê darvekirina 67 girtiyan hatibû birêveçûn.
Pêka amar û belgeyên ku di Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Gulana 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 163 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 157 kes ji van girtiyane ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 6 girtiyên dinê di halê lêkolînê de ye.
Di vê mehê de, herî kêm girtiyekî siyasî yê bi navê Pêdram Medenî yê xelkê Tehranê ku berê bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê bi darvekirinê hatibû sizadan, hate darvekirin.
Pêka vê raporê, herî kêm 5 jin li girtîgehên Qezwîn, Damixan, Gurgan, Şîraz û Qililhesara Kerecê (her yek 1 halet) hatine darvekirin ku sê kes ji wan bi tohmeta kuştina bi qest û du kesên dinê jî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan. Di meha Gulanê de sizayê darvekirina zarokek tawanbar yê bi navê Mihemedriza Sebzî yê 20 salî û xelkê Melayerê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn. Ew di temenê 16 salî de tûşê kuştina bi qest bibû û hatibû girtin û piştr bi darvekirinê hatibû sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 163 girtiyên ku di meha Gulana 2025an de hatine darvekirin, tenê 6 halet di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 4 girtiyan bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re hatiye birêveçûn.
Cudakirina darvekirinan pêka kêmîneyên netewî û etnîkî
Di meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 26 girtiyên Kurd li girtîgehên Îranê hatiye birêveçûn ku beranberî ji %16 ji tevahiya haletan e. Herwisa 21 girtiyên Lor, 20 girtiyên Belûç û 18 girtiyên Tirkên Azerî hatine darvekirin.
Girtiyên Fars: 48 halet
Girtiyên Kurd: 26 halet
Girtiyên Lor: 21 halet
Girtiyên Belûç: 20 halet
Girtiyên Tirkên Azerî: 18 halet
Girtiyên Ereb: 6 halet
Girtiyên Tirkemen: 2 halet
Girtiyên Gîlek: 2 halet
Girtiyên Sîstanî: 2 halet
Girtiyên Efxanî: 7 halet
Nexuya: 11 halet
Cudakirin li gorî tohmetan
Di meha Gulanê de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi kuştina bi qest bûne ku 80 halet beranberî 49 ji sedî ji tevahiya haletan in.
Çalakvanên siyasî: 1 halet
Kuştina bi qest: 80 halet
Madên hişber: 76 halet
Destdirêjiya bi zorê ya seksî: 6 halet
Diziya çekdarî: 2 halet
Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha Gulana 2025an de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine darvekirin ku 27 halet in. Bi giştî di 27 parêzgehan de sizayê darvekirinê hatiye birêveçûn ku piştî parêzgeha Elborzê zêdetirîn amara darvekirinan li girtîgehên parêzgeha Fars bi 14 haletan hatiye tomarkirin.
Parêzgeha Elborz: 27 halet
Parêzgeha Fars: 14 halet
Parêzgeha Xurasana Başûr: 11 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 10 halet
Parêzgeha Îsfehan: 9 halet
Parêzgehên Loristan, Qum û Xûzistan: Her yek 8 halet
Parêzgeha Yezd: 7 halet
Parêzgehên Qezwîn û Zencan: Her yek 6 halet
Parêzgehên Merkezî, Kirman û Tewrêz: Her yek 5 halet
Parêzgehên Hemedan, Kirmaşan û Xurasana Rezewî: Her yek 4 halet
Parêzgehên Îlam, Hormozgan, Gulistan, Kehgîlûye û Bûyerehmed û Simnan: 3 halet
Parêzgehên Gîlan û Urmiye: Her yek 2 halet
Parêzgehên Sine, Tehran û Bûşêhr: Her yek 1 halet