Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 152 girtî li girtîgehên Îranê di meha Tebaxa 2025an de

Hengaw; Duşemî 1ê Îlona 2025an
Di heyama meha Tebaxa 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 152 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev amare pêka meha Tebaxa 2024an, herî kêm 58 halet beranberî ji %70 zêde kiriye. Di meha Tebaxa 2024an de sizayê darvekirina 94 girtiyan hatibû birêveçûn.
Pêka amar û belgeyên ku di Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Tebaxa 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 152 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 148 kes ji van girtiyane ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 4 girtiyên dinê ber dest nîne.
Di vê mehê de, herî kêm girtiyekî siyasî yê xelkê Tehranê bi navên Rozbê Wadî bi tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîlê” û girtiyekî mezhebî yê bi navê Mêhdî Esxerzade yê xelkê Ciwanroyê bi tohmeta “endamê DAÎŞ”ê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate darvekirin.
Pêka vê raporê, herî kêm 5 jin li girtîgehên Şîraz (2 halet), Tewrêz û Îsfehanê hatine darvekirin. Sûdabe ji Îsfehanê û Mehsa Ekberî ji Şîrazê û Banû Muqedem ji Ebherê û Melîhe Heqî ji Tewrêzê bi tohmeta kuştina bi qest di girtîgehên van bajaran de hatine darvekirin. Mîtra Yasemenî jî ya xelka Îlamê bi tohmeta madên hişber li girtîgeha Adilavaya Şîrazê hate darvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 152 girtiyên ku di meha Tebaxa 2025an de hatine darvekirin, tenê 5 halet di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 6 girtiyan bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re hatiye birêveçûn. Sizayê darvekirina 2 girtiyan li bajarên Bêyrem û Kurdkûyê di nav xelkê de hate birêveçûn.
Cudakirina darvekirinan pêka kêmîneyên netewî û etnîkî
Di meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 24 girtiyên Kurd li girtîgehên Îranê hatiye birêveçûn ku beranberî ji %16 ji tevahiya haletan e. Herwisa 22 girtiyên Lor û 13 girtiyên Tirkên Azerî hatine darvekirin.
Girtiyên Fars: 47 halet
Girtiyên Kurd: 24 halet
Girtiyên Lor: 22 halet
Girtiyên Tirkên Azerî: 13 halet
Girtiyên Belûç: 11 halet
Girtiyên Gîlek: 5 halet
Girtiyên Tirkemen: 1 halet
Girtiyên Qeşqayî: 1 halet
Girtiyên Efxanî: 8 halet
Nasnameya etnîkî ya kesên nehatî teîdkirin: 14 halet
Cudakirin li gorî tohmetan
Di meha Tebaxê de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi madên hişber bûne ku 84 halet beranberî 55 ji sedî ji tevahiya haletan in.
Çalakvanên siyasî: 1 halet
Çalakvanên olî: 1 halet
Madên hişber: 84 halet
Kuştina bi qest: 64 halet
Destdirêjiya bi zorê ya seksî: 1 halet
Diziya çekdarane: 1 halet
Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha Tebaxa 2025an de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine darvekirin ku 21 halet in. Bi giştî di 23 parêzgehan de sizayê darvekirinê hatiye birêveçûn ku piştî parêzgeha Elborzê zêdetirîn amara darvekirinan li girtîgehên parêzgeha Îsfehanê 18 halet û Farsê bi 13 haletan hatiye tomarkirin.
Parêzgeha Elborz: 21 halet
Parêzgeha Îsfehan: 18 halet
Parêzgeha Fars: 13 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 12 halet
Parêzgeha Loristan: 11 halet
Parêzgeha Hormozgan: 7 halet
Parêzgehên Hemedan û Tewrêz: Her yek 6 halet
Parêzgehên Kirmaşan, Gulistan, Xûzistan û Kehgîlûye û Bûyerehmed: Her yek 5 halet
Parêzgehên Yezd, Merkezî, Gîlan û Sîstan û Belûçistan: Her yek 4 halet
Parêzgehên Sine, Kirman, Xurasana Başûr, Simnan û Urmiye: Her yek 3 halet
Parêzgehên Îlam û Zencan: Her yek 2 halet