Birêveçûna sizayê darvekirina aliyê kêm 187 girtiyan li girtîgehên Îranê di heyama meha Îlona 2025an de

Hengew; Pêncşemî 2ê Cotmeha 2025an
Di heyama meha borî de, herî kêm 187 girtî li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê hatine darvekirin. Ev amar li gorî Îlona 2024an aliyê kêm 109 halet beranberî %140 zêde bûye. Di Îlona sala borî de 78 girtî hatibûne darvekirin. Ev amare zortirîn amara darvekirinan di heyama mehekê de li du dehikên vê dawiyê li Îranê ye.
Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di Îlona 2025an de herî kêm 187 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin. Hêjayî gotinê ye ku nasnameyên tevahiya wan 181 girtiyên darvekirî ji bo Hengawê hatine eşkerekirin û nasnameya 6 girtiyên din jî di halê vekolînê de ye.
Di vê mehê de, herî kêm sizayê darvekirina sê girtiyên siyasî yên bi navên Mêhran Behramiyan xelkê Semîr, Babek Şehbazî yê xelkê Kerecê û Behmen Çûbî Esil û herweha du girtiyên olî yên bi navên Mihemed Kaşifî yê xelkê Bender Xemîr û Eskendar Bazmandêgan ê xelkê bajarê Xur a ser bi parêzgeha Fars hate birêveçûn.
Li gorî vê raporê, herî kêm şeş jin li girtîgenên Şîraz, Îsfehan, Tewrêz, Qezwîn, Zencan û Sebzewarê hatine darvekirin. Gewher Tahirî Eqdem a xelka Zencanê, Zehra Fitûhî ya xelka Tewrêzê, Mehnaz Dêhqanî ya xelka Şîrazê, Ceyran Zahirî ya xelka Îsfehanê û jinek ku nasnameya wê di halê vekolînê de ye ya xelka Sebzewarê û bi tohmeta kuştina bi qest û Hediqe Abadî ya xelka Efxanistanê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatine darvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku ji 187 girtiyên ku di meha Îlonê de hatine darvekirin, tenê 8 halet beranberî %4ê ji gelampera haletan e di çavkaniyên fermî yên Îranî û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwiha sizayê darvekirina 14 girtiyan bi nihênî û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê dawî hevdîtin bi malbatên xwe re hatiye cîbicîkirin
Cudakirin li gorî kêmneteweyên netewî û etnîkî
Li gorî vê raporê di meha Îlonê de herî kêm 35 girtiyên Kurd li girtîgehên Îranê hatine darvekirin beranberî %19ê ji gelanpera haletan e. Herwiha 23 girtiyên Lor beranerî (%12ê ji gelanpera haletan), 15 girtiyên Tirk û 14 girtiyên Belûç jî hatine darvekirin.
Girtiyên Kurd: 35 haler
Girtiyên Lor: 23 halet
Girtiyên Tirk: 15 halet
Girtiyên Belûç: 14 halet
Girtiyên Gîlek: 8 halet
Girtiyên Ereb: 4 halet
Girtiyên Efxanistanî: 10 halet
Girtiyên Fars: 57 halet
Nasnameya etnîkî yên ku ji bo Hengawê nehatine eşkerekirin: 21 halet
Cudakirina girtiyên hatinî darvekirin li gorî tohmetan
Di meha Îlonê de, zêetirîn haletên darvekirinan bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bûye ku 92 halet beranberî 49% ji gelanbera haletan e. Herwiha 90 kes jî, ji ber kuştina bi qest hatine darvekirin.
Çalakvanên siyasî: 3 halet
Çalakvanên olî: 2 halet
Madên hişber: 92 halet
Kuştina bi qest: 90 halet
Cudakirina darvekirinan li girtîgehan li gorî parêzgehan
Li gorî amarên Hengawê, di heyama meha borî de zêdetirîn bêreveçûna sizayên darvekirinê li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine tomarkirin ku 22 haletin. Bi giştî li 26 parêzgehan sizayê darvekirinê hatine cîbicîkirin û piştî parêzgeha Elborz zêdetirîn amarên darvekirinê li parêzgehên Fars bi 17 haletan û Îsfehan bi 16 haletan hatine tomarkirin.
Parêzgeha Elborz: 22 halet
Parêzgeha Fars: 17 halet
Parêzgeha Îsfehan: 16 halet
Parêzgeha Xurasan Rezewî: 15 halet
Parêzgehên Azerbaycana Rojhilat û Qumê: Her yek 11 halet
Parêzgeha Loristan: 10 halet
Parêzgehên Hemedan û Kirman: Her yek 8 halet
Parêzgehên Kirmanşan û Xûzistan: Her yek 7 halet
Parêzgehên Mazenderan û Qezwîn: Her yek 6 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 5 halet
Parêzgehên Sane, Merkezî, Gulistan, Zencan û Îlam: Her yek 4 halet
Parêzgehên Gîlan, Kohgîlûye û Buyêrehmed û Bûşêr: Her yek 3 halet
Parêzgehên Yezd, Simnan û Xurasana Başûr: Her yek 2 halet
Parêzgehên Çarmehal û Bextiyarî: 1 halet
Cihê ne diyar: 1 halet