Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 58 girtî li girtîgehên Îranê li meha Adara 2025an

31 March 2025 14:00

Hengaw; Duşemî 31ê Adara 2025an

Di heyama meha Adara 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 58 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev amare pêka meha Adara 2024an, herî kêm 40 halet beranberî ji %222 zêde kiriye. Di meha Adara 2024an de sizayê darvekirina 18 girtiyan hatibû birêveçûn.

Pêka amar û belgeyên ku di Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Adara 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 58 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 58 ji van girtiyane ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Pêka vê raporê, herî kêm 4 jin di girtîgehên Meşhed, Îsfehan û Urmiyê (2 halet) de hatine darvekirin ku sê kes ji wan bi tohmeta kuştina bi qest û jinek jî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan. Di meha Adarê de birêveçûna sizayê darvekirina zarokên bin 18 saliyê nehatiye tomarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 58 girtiyên ku di meha Adara 2025an de hatine darvekirin, ti haletek di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 4 girtiyan bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re hatiye birêveçûn.

Cudakirina darvekirinan pêka kêmîneyên netewî û etnîkî

Di meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 18 girtiyên Fars li girtîgehên Îranê hatiye birêveçûn ku beranberî ji %31 ji tevahiya haletan e. Herwisa 14 girtiyên Tirk beranberî ji %24 ji tevahiya haletan hatine darvekirin.

Girtiyên Fars: 18 halet

Girtiyên Tirk: 14 halet

Girtiyên Lor: 6 halet

Girtiyên Gîlek û Mazenî: 4 halet

Girtiyên Efxanî: 4 halet

Girtiyên Belûç: 3 halet

Girtiyên Kurd: 2 halet

Girtiyên Tat, Ereb û Tirkemen: Her yek 1 halet

Nexuya: 4 halet

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha Şibatê de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi tawanên madên hişber bûne ku 30 halet beranberî 52 ji sedî ji tevahiya haletan in.

Madên hişber: 30 halet

Kuştina bi qest: 28 halet

Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha Şibata 2025an de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî hatine darvekirin ku 9 halet in. Bi giştî di 21 parêzgehan de sizayê darvekirinê hatiye birêveçûn ku piştî parêzgeha Xurasana Rezewî zêdetirîn amara darvekirinan li girtîgehên parêzgeha Tewrêzê bi 6 haletan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 9 halet

Parêzgeha Tewrêz: 6 halet

Parêzgeha Loristan: 5 halet

Parêzgehên Hemedan û Urmiye: Her yek 4 halet

Parêzgehên Gulistan, Mazenderan, Hormozgan, Qezwîn û Îsfehan: Her yek 3 halet

Parêzgehên Gîlan, Fars, Simnan û Bûşehr: Her yek 2 halet

Parêzgehên Merkezî, Yezd, Kirman, Zencan, Xûzistan, Xurasana Başûr û Erdebîl: Her yek 1 halet

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin