Daxuyaniya Hengawê derbarê gefa canî ya endamên wê saziyê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

07 April 2024 17:24

Hengaw; Yekşemî 7ê Nîsana 2024an

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ji hemû saziyên mafê mirovî, çalakvanên sivîl, medya û kesên nîgeranê binpêkariyên mafê mirovî li Îranê radigihîne ku hemû endam û hevkarên vê saziyê bi taybetî endamên ku li Herêma Kurdistanê nîştecih in, rastî gefên nû, lipeyketin û zextên tund ên ewlehî yên destûpêwendiyên Komara Îslamî hatine.

Di nûtirîn kiryarên dezgeha ewlehî ya Komara Îslamî ya Îranê de, çendîn endamên Heyeta Birêveberî ya Hengawê ji wan Erselan Yarehmedî û Jîla Mustecirî, nîştecihên bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li Îraqê, rasterast ji aliyê Spaha Pasdaran ve rastî gefa revandin û kuştinê hatine. Eva di halekê de ye ku Hengawê daye zanîn ku bi egera gelek zêde ve yek ji hevkarên wê yê bi navê Husên Baqirî (Jakan Baran) ji aliyê destûpêwendiyên Komara Îslamî ve bi zorê hatibe bêserûşûnkirin. Yek ji wan kesên cihê şikê li projeya bêserûşûnkirina bi zorê ya Jakan Baran bi Spaha Pasdaran re, gefa kuştinê ji Erselan Yarehamdî û Zîla Mustejir ji Endamên Heyeta Birêveberî ya Hengawê û malbatên wan li hundurê Îranê xwariye û gotiye: “Ez ê bi rêya hêzên Quds û Biryargeha Remezanê ve çi li navxweyê welat û çi li derveyê welat hewla kuştina we bidim”.

Ji aliyeke dinê ve û bi derbsabûna du hefte ji bêserûşûnbûna Jakan Baran ê girtiyê siyasî yê berê û yek ji hevkarên Hengawê li Îlamê, heta niha ti zanyariyên serast derbarê çarenivîsa wî li ber dest nînin û lipeyketinên Hengaw û hevalên Jakan jî li wir bê encam mane. Ew du hefte berî niha dema diçû Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê bêserûşûn bûye û kesên ku berpirsatiya veguhastina wî kişandibûne stûyê xwe, ji her cure bersivekê xwe dûr digirin û ev yeka egera revandina Jakan Baran zêde dike.

Di vê derbarê de, di çend hefteyên derbasbûyî de, Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, gelek caran çi li nav torên civakî û çi jî bi awayê peyamên taybet, rastî êrîşên bêmînak yên saybirî û hêzên Komara Îslamî ya Îranê û hevemniyên wan ên li derveyê welat hatiye. Naveroka van êrîşan “terorîst”, “cudaxwaz” û “qewmgera”zanîna  Hengawê û endamên wê bûye û gefa tinekirina wan hatiye xwarin.

Hengaw hişdariyê dide civaka sivîl û çalakvanên demokrasîxwaz ên Îranê û herwiha medyayên sereke, ku lawazbûna saziyên mafê mirovî û medenî yên Kurdistanê ku bi tevahî serbixwe û bi bê wê ku ser bi çi alî û partî û siyasiyekê bin, ji bo Kurdistanê û Îran çalakiyan dikin, girîngiyeke jiyanî heye û ev êrîşane jî bi armancgirtina çalakvanên medenî û agahiyên berfireh li ser rewşa binpêkirinên mafê mirovî li Îranê, bûye armanc û bi dubarekirina gotinên sereke yên saziyên ewlehiyê, kuştin û revandina endamên me divê li hemû deverên cîhanê bi taybetî di navçeyê de asayî bibe.

Hengaw di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, çalakiyên xwe yên di warê agehdarkirin û tomarkirin û belgekirina binpêkirinên mafê mirovî li Kurdistanê bi tevahiya Îranê berfireh kir. Ji wê demê ve zextên ewlehî yên li ser endamên vê saziyê bêhempa berfireh bûne. Hêjayî bîrxistinê ye ku yek ji kanalên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê rapirsiyek li ser awayê kuştina Erselan Yarehmedî yek ji damezrînerên Hengawê pêk anîbû.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî dilgiraniya tund ji çarenivîsa endam û hevkarên xwe, bi taybetî kesên ku li welatên ne ewle ne, hişyariyek cidî dide bo parastina canê wan û daxwazê ji civaka medenî ya Îranê, medya û hemû sazî û çalakvanên mafê mirovî dike ku ji bo dengvedana van gefan digel çalakvanên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bin.


Di vî warî de zêde bixwînin