Ciwanro; Rojnamevanekî Kurd hate girtin

08 April 2024 13:35

Hengaw; Duşemî 8ê Nîsana 2024an

Îrec Mihemedzade yê rojnamevan û çalakvanê xelkê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin. Navbirî xwendekarê doktoraya zanistên siyasî ye. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 7ê Nîsana 2024an, Îrec Mihemedzade yê rojnamevanê temen 45 salî  piştî ku ji bo dadgeha vî bajarî hate gazîkirin, li wir ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Îrec Mihemedzade yê rojnamevan, çalakvanê ragihandinê û birêvebirê kenela Telegramî ya (Tîtrê Xerb) û herwiha xwendekarê doktoraya zanistên siyasî li zanîngeheke Tehranê piştî girtinê ji bo girtîgeheka hêzên ewlehî ya Kirmaşanê hatiye veguhastin

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin